Kanala ROJAVA TV

TIRKIYÊ DI ÊRÎŞÊN LI DIJÎ SERÊKANIYÊ DE ÇEKÊN QEDEXE BI KAR ANÎ

Mihemedê Serêkaniyê ku sala 2019’an ji ber êrîşên biçekên qedexe yên dewleta Tirk laşê wî dişewite, ji Rojava TV re behsa kêliyên êrîşê dike.

Mihemed dibêje, hêviya wî vegera li Serêkaniyê ye.

Cotmeha sala 2019’an dema ku dagirkeriya Tirk êrîşî Serêkaniyê dike, zarokê bi navê Mihemed bi çekên fosforî birîndar dibe.

Laşê wî ji ber êrîşa bi çekên qedexe, disincire, ew dîqîre û dike hawar, lê rêxistinên navdewletî bi hewara wî ve naçin.

Mihemedê zarok me vedigerîne 4 salên berê û bi dilekî tezîn behsa hûrgiliyên êrîşê û şewitandina laşê xwe dike.

Dema ku ew dîmenên Serêkaniyê dibîne, kela dilê wî weke pêlên deryayê radibe û dixwaze xwe li Serêkaniyê bipêçe.

Rayedarên desthilata AKP’ê ya faşîst dîmenên Mihemed li ser torên civakî belav dikin û wî wekî zarokekî Xezayî ku di êrîşa Îsraîlê de birîndar bûye, didin nasîn, lê Mihemed bi gotina Ez Mihemedê Serêkaniyê me, wan idîayan red dike.

Mihemedê ji serêkaniyê ta niha dermankirina xwe dibîne û xwendina xwe dibe serî. Lê her êvara dema ku çavên xwe qurç dike, bi hêviya ku sibehekê li Serêkaniyê be, xewnên xwe dirêse û hêviyên xwe jî geş dike.