Kanala ROJAVA TV

39 SAL DI SER KOÇA DAWÎ YA CEGERXWÎN RE DERBAS DIBIN

Nivîskar,Dîroknas û lêkolînerên herêmê seydayê cegerxwîn bibîranîn û gotin cegerxwîn parêzvanê zimanê kurdî bû û mamosteyê gelek rewşenbîrên dema heyî ye.

 

Dı dîroka gelê Kurd de gelek nivîskar, helbestvan û rewşenbîr hene ku bi salan ji bo pêşxistina zimanê Kurdî kedeke mezin kirine ji wan jî helbestvanê Kurd Seydayê Cegerxwîn e.

Tevî hemû derfetên kêm û hewildanên dagirkerên Kurdistanê yên ji bo qirkirina hebûna Kurdan, Cegerxwîn di demekê de kar û xebateke berfireh ji bo parastina zımanê Kurdî kir û şopa karê wî heya îroj xuyayî ye.

Têkildarî 39’emîn salvegera koça dawî ya Seydayê Cegerxwîn ji hevalên wî nivîskar Konê Reş ji RojavaTV re got: “Cegerxwîn parêzvanê zimanê Kurdî yê resen bû”.

Her wiha Dîroknas Faris Osman jî ku yek ji kesên Cergerxwîn dîtibû tekez kir ku Cegerxwîn mamosteyê gelek rewşenbîrên herêmê yê di dema heyî de ye.

Cegerxwîn 22’yê Cotmeha 1984’an li Stockholma Swêdê di 81 saliya xwe de koça dawî kir.

Cenazeyê wî anîn welat û li Qamişlo li ser wesîyeta wî li mala xwe hat veşartin.

Cegerxwîn Her dem bang li kurdan dikir ku ji bo serxwebûna Kurdistanê têbikoşin.