PIŞTÎ RIZGARKIRINA BAJARÊ REQAYÊ TEVNA CIVAKÎ LI BAJÊR GEŞ BÛYE
Rêveberên bajarên minbicê salvegera rizgarkirina Reqayê pîroz kirin û gotin: bi saya hêzên QSD û hevgirtina pêkhateyan, Reqayê ji Rêxistina herî tundraw hate rizgarkirin .
Her wiha Destnîşan kirin ku Piştî rizgarkirinê, tevna civakî ,biratiya gelan û jiyana hevbeş geş bûye .
Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD di encama pêngavekê de ku 166 rojan dewam kir, 20`ê Cotmeha 2017`an rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê ragihand.
Ev roj ji bo xelkê Reqayê û kesên tev li pêngava rizgarikirina wê bûne de, bûye bîranîneke zindî .
li ser mijarê Rêveberên saziyên bajarê Minbicê salvegera rizgarkirina Reqayê pîroz kirin û gotin: bi saya hêzên QSD û hevgirtina pêkhateyan, Reqayê ji Rêxistina herî tundraw hate rizgarkirin .
her wiha Destnîşan kirin ku,Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê, tevna civakî ,biratiya gelan û jiyana hevbeş geş bûye .
Li gor daneyên îsal ên Nivîsgeha Serjimariyê ya Encumena Sivîl a Reqayê ragihandiye, hejmara malbatên piştî rizgarkirina Reqayê vegeriyan gihaştiye 153 hezar malbatan. 12 hezar malbatên koçber û penaberan jî li kampên li Reqayê dimînin .