Kanala ROJAVA TV

Xelkên Qamişlo êrîşên dagirkeriyê şermezar dikin û dibêjin armanca êrîşan têkbirina projeya rêveberiya xweser e .

li aliyekî din jî Hevserokê Stasyonên Kehrebeyê ê Herêma Cizîrê Ibrahîm Yusif ji rojava Tv re ragihand ku di encama Êrîşan de stasyonên kehrebeyê bi temamî ji xizmetê derketine.

Dewleta Tirk a dagirker ji 4′ê Cotmehê ve êrîşên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dijwarî didomîne.

Di êrîşan de yekser binesazî, avahiyên jiiyanî, xizmetguzarî û tenduristî, her wiha gund û akademî hatin hedefgirtin .

Xelkên Qamişlo êrîşên dagirkeriyê şermezar dikin û dibêjin armanca êrîşan têkbirina projeya rêveberiya xweser e .

Hevserokê Stasyonên Kehrebeyê yê Herêma Cizîrê Ibrahîm Yusif ji rojava Tv re ragihand ku di encama Êrîşan de stasyonên kehrebê bi temamî ji xizmetê derketine.

Dagirkeriyê di navbera 4 û 11 ê Cotmehê de komkujiyên hovane li dijî herêmê pêk anîn ku di encamê de 47 kes şehîd bûn û bi dehan cihên xizmetê hatin rûxandin .