Kanala ROJAVA TV

DAGIRKERIYA HOV ÇAVKANIYÊN JIYANÊ YÊN GELÊN HERÊMÊ DIRÛXÎNE

Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Firatê Bozan Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker yasayên navdewletî bin pê dike.

Her wiha welatiyên Kobanê jî tekez kirin ku heta dawiyê ew ê dev ji axa xwe bernedin.

Balafirên şer ên dagirkeriya Tirk roja 9’ê cotmehê bi awayekî ji pîvanên mirovahiyê dûr, akademiya Asayîşê ya Şehîd Nesrîn li Dêrikê bombebaran kir.

Di encama êrîşê de 29 endamen ewlehiya herêmê şehîd bûn û 28 jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku me ji Hêzên ewlekariyê wergirtine, rewşa hinek birîndaran giran e û têne dermankirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn tekez dike ku dê êrîşên weha ti carî vîna wan neşkîne.

Welatiyên bajarê Kobanê jî diyar dikin ku çiqas Erdogan çavkaniyên jiyanê birûxîne, lê ew ê li ser axa bin.

Dewleta Tirk ji 4’ê cotmehê ve bi dijwarî binesaziya herêmê bombebaran dike û di encamê de zêdetirî 225 cihên xizmetê hatine rûxandin û 47 sivîl û endamên hêzên ewlekariyê şehîd bûne.