Kanala ROJAVA TV

TEVGERA CIWANÊN ŞOREŞGER PANELEK DERBARÊ KOÇBERIYÊ DE LIDARXIST

Tevgera ciwanên şoreşger a herêma Firatê li Kobanê panelek derbarê koçberiya ciwanan û ziyanên wê lidarxist.
Panel bi durişma Li dijî koçberiyê, Çanda Şoreşê Biparêzin, Cenga Azadiyê Serbixin û bi beşdariya endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û jinên ciwan ên herêma Firatê, li hola civînên encumena Rêveber a Kobanê hate lidarxistin.
Di panelê de hate diyar kirin ku koçberî şerekî taybet e ku dijmin li dijî ciwanan dimeşîne da ku herêmê vala bike.
Di dawiyê de sinivisyonek derbarê parastin û koçberiyê hate pêşandan û teqezî bi parastina xakê hate kirin.