LI REQAYÊ KOMXEBATEK LI SER GIRÎNGIYA XEBATÊN XWEBEXŞ HAT LIDARXISTIN
Encumena Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser girîngiya xebatên xwebexş komxebatek li bajarê Reqayê li dar xist.
Komxebat bi koordîneya Rêxistina Tara, Encumena Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Buroya Reqayê, li salona civînên encumena Jinan a Reqayê hat li dar xistin.
Di komxebatê de Kesayetên femînîst ên serbixwe û aktîvîstên sivîl ên di qada xebatên mirovahî de beşdar bûn.
Di komxebatê de li ser girîngiya xebatên xwebexş, erênî û neyînîyên wê nîqaş hatin kirin.
Beşdarên komxebatê diyar kirin ku jin di xebatên xwebexş de xwedî roleke aktîf û girîng in.