Kanala ROJAVA TV

SALA XWENDINÊ YA 2023-2024 LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DEST PÊ KIR

TELET YÛNIS: RÊVEBERIYA XWESER HEWL DIDE QADA PERWERDEYÊ PÊŞ BIXE

Îroj li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê deriyê dibistanan li pêşiya xwendekaran vebû.
Xwendekar bi coşeke mezin berê xwe didin dibistanan û sala xwendinê pêşwazî dikin.
Hevserokê Encumena Cibicîkar yê Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Telet Yûnis got , ew bi hemû derfetên xwe hewil didin sîstema perwerdeyê bi pêş bixin.

Îroj bi gotina xwendekarên dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sirûda ‘Ey Reqîb’ re sala xwendinê ya 2023-2024’an dest pê kir.

Bi vê boneyê Hevserokê Encumena Cibcîkar yê Herêma Cizîrê Telet Yûnis ligel Hevseroka Desteya Perwerde û fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Gulistan Îsmaîl li dibistanên bajarê Qamişlo geriyan.

Kamîreya RojavaTV gera wan a li Dibistana Şehîd Şervan ya Amediyê re şopand.

Telet Yûnis û Gulistan Îsmaîl sala nû ya xwendinê li şagirtan pîroz kirin û pirtûkên metiryalên Rêveberiya Xweser li xwendekaran belav kirin.

Xwendekara refa 9’an Rojda Xelîl got ku ew bi xwendina bi zimanê dayîkê kêfxweş in.

Her wiha Hevserokê Encumena Cibcîkar yê Herêma Cizîrê Telet Yûnis ji RojavaTV re axivî û tekez kir ku dê Rêveberiya Xweser bi hemû derfetên xwe qada perwerdeyê li herêmê zêdetir bi pêş bixe.

Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêmê Cizîrê wê îsal 17 hezar û 665 mamoste perwerdeyê bidin 204 hezar û 215 xwendekaran li 17 hezar û 774 dibistanên Herêma Cizîrê.