Kanala ROJAVA TV

JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO SEMÎNEREK LI HESEKÊ HAT LIDARXISTIN

Ofîsa Parêzeran a herêma Cizîrê îro bi Kongra Star û TEV-DEM re semînerek li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO li dar xistin.
Semîner di çarçoveya rêze semînerên Kongra Star ên derbarê jiyana Rêber APO de li hola Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM a li bajarê Hesekê hat lidarxistin.
Endamên Kongra Star, Komîteya Jin, Parêzer û çalakvanên jin beşdar bûn.
Di beşa yekem a semînerê de jiyana Rêber Abdullah Ocalan û têgeha jin li gorî Rêber Apo hat nirxandin.
Her wiha Şoreşa Jin a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bûye mînak ji tevahî jinan re hat nîqaşkirin.
Di beşa duyem de tecrîda giran a li dijî Rêber Apo û bipêkirinên dewleta Tirk ji pîvanên navnetewî re hat nirxandin û nîqaş ji aliyê beşdaran ve li ser hat kirin.