Kanala ROJAVA TV

DESTEYA ABORÎ YA KANTONA ŞEHBAYÊ DEST BI BELAVKIRINA FATOREYÊN GENIM KIR

Piştî bidawîkirina mewsima genim a sala 2023’an li kantona Şehbayê desteya Aborî dest bi belavkirina fatoreyên genim li ser cotkaran kirin.

Cotkar Mihemed Îsa Elo diyar kir ku gelek sûd li wan bûye ji ber ku genim bi buhayekî baş ji wan hatiye kirîn.

Her wiha Hevserokê desteya aboriyê ya kantona Efrîn-Şehba Ehmed Hemdo destnîşan kir ku ev 4 roj in ew pereyê cotkaran belav dikin.

Ehmed Hemdo anî ziman ku tevî dorpêça ji aliyê ferqeya çaran li dijî kantonê hetiye ferzkirin lê wan her tişt ji cotkaran re peyda kir û cotkar jî gelekî kêfxweş in.