Kanala ROJAVA TV

ROJ BI ROJ BANGÊN ŞIKANDINA TECRÎDÊ Û AZADIYA RÊBER APO ZÊDETIR DIBIN

Endamên Encumena Malbatên Şehîdan ên Kobanê Tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo Şermezar kirin û gotin: “Dewleta Tirk bi girankirina tecrîdê armanc dike gel û rêbertî ji hev qut bike”.

Rêber Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîdê de tê ragirtin.

Ev nêzî 2 salan e ji rêber Apo tu agahî nehatine wergirtin. Ji bo hevdîtinê jî çi serlêdan tên kirin, hemû tên redkirin an jî bê bersiv tên hiştin.

Li dijî vê tecrîda girankirî Kurd û dostên wan li her deverê çalakiyan li dar dixin û doza azadiya fîzîkî ya Rêber APO dikin.

Endama Encumena malbatên şehîdan a kobanê Emîna Seîd destnîşan kir ku Rêber Apo gelê Kurd ji xewa mirinê Hişyar kir.

Her wiha Berdevka Encumena malbatên şehîdan a Kobanê Cîhan Elî jî got ku dewleta Tirk bi girankirina tecrîdê armanc dike gel û rêbertî ji hev qut bike.
Bangên Şikandina Tecrîdê û azadiya rêber Abdullah Ocalan roj bi roj zêdetir dibin lê ne Civaka navneteweyî û ne jî rêxistinên mafên mirovan bi erka xwe ranabin û xwe li hember Kiryarên li dijî Rêber Apo bê deng dikin.