Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA XWESER SALVEGERA DAMEZIRANDINA XWE LI GELÊ HERÊMÊ PÎROZ DIKE

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegera 5′emîn a damezrandina xwe li gelê herêmê pîroz kir û got, bi hevgirtin û têkoşînê dê herêmên dagirkirî rizgar bikin û planên li ser Dêrazorê pûç bikin.

Her wiha Rêveberiya Xweser got, bi hêza gel em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Sibe salvegera 5’emîn a damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Rêveberiya Xweser bi boneya pênecemîn salvegar damezirandina xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand û damezirandin li gelê herêmê pîroz kir.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de dibêje, wan di demeke kurt de aramiya herêmê geş kir û ji bo çareserkirina krîza Sûriyê projeyeke nû ya demokratîk derxist.

Her wiha diyar dike ku, bi avakirina Rêveberiya Xweser re mafên tevahî gelê herêmê hat parastin û jinan di qadên jiyanê de roleke girîng lîstin.

Di beşekî din de tê bibîrxistin ku, Rêveberî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê veguherî modele rasteqîn û îsbat kir ku tu têkiliya wê bi aliyan ve tune ye. Projeya rêveberiyê pêşkêş kiriye, nenavendîbûn e û ew projeya herî baş ji bo pêkanîna îstîqrarê û pêkanîna mafên nîştimanî yên sûriyeyiyan e.

Di beşekî din de dibêje, deriyên Rêveberiya Xweser ji bo dîyalogê vekiriye. Di serî de Şam, divê hemû hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê hewl bidin diyalogeke aktîf pêk bînin, da ku berjewendiyên tevahî sûriyeyiyan pêk werin.

Rêveberiya Xweser diyar dike ku Hêzên ewlehî û leşkerî şerê terorê kirin û hîna bi îsrar hewl didin ku tevahî hewldanên li dijî herêmên me ji hêla dewleta Tirk ve têk bibin.

Her wiha dide zanîn ku tevî astengî û êrîşên berdewam, lê ew xebatên xwe yên xizmetguzarî û avedaniyê didomînin û dê ti carî ranewestînin.

Di dawiyê de Rêveberiya Xweser salvegera pêncemîn a damezirandina xwe li gelê herêmê pîroz dike û dibêje Bi hembêzkirina gel û têkoşîna wan em ê herêmên dagirkirî; Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin û li gelên wê yên birûmet vegerînin.