Kanala ROJAVA TV

2 ENDAMÊN JIN ÊN MSD’Ê JI ZINDANÊN HIKÛMETA ŞAMÊ DERKETIN

2 endamên jin ên MSD’ê ku beriya 2 salan serdana Siwêdayê kiribûn û ji aliyê Hikûmeta Şamê ve hatibûn girtin di 27’ê Tebaxa 2023’an azad bûn.
Endamên MSD’ê piştî serbestberdana wan behsa bêmafiya li zindanên hikûmeta şamê dikin.

2 endamên jin ên Encumena Sûriya Demokratîk MSD’ê ku beriya du salan bi jinên Siwêdayê re bi riya kar hevdîtin kiribûn, piştî ku karê xwe li Siwêdayê diqedînîn û vedigerin Şamê, li wê derê ji aliyê hikûmeta Şamê ve tên girtin û 2 sal ceza li wan tê birîn.

Têkildarî mijarê girtiyên jin ên MSD’ê ku Di 27’ê Tebaxa 2023’an de azadiya xwe bi dest xistin gotin ku di nava zîndanê de ew ji hemû mafan bê par bûn

Ji aliyekî din ve jinan diyar kirin ku wan nikarîbû ne têklî û ne hevdîtinê bi malbata xwe re bikin.

Derdikeve holê ku gertinên li Sûriyê çêdibin, ji desthilata dadweriyê dûr in, tê xwiyanîkirin ku di yekem kêliyê de girtî rastî işkenceyê tên û peywendî pê re tê birîn.

Her wiha piraniya girtiyan li cem hikûmeta Şamê tên windakirin