Kanala ROJAVA TV

PYD PIŞTGIRIYA OPERASYONA ‘XURTKIRINA EWLEHIYÊ’ DIKE

SALIH MUSLIM - HEVSEROKÊ PYD

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Salih Muslim têkildarî lidarxistina QSD ji operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ li herêma Dêrazorê ji RojavaTV re nirxandin kir.

Salih Muslim lidarxistina operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ bi pîwist û girîng bi nav kir.

Ev 9 roj in Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ li ser daxwaza xelkên herêmê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê û kesên bazirganiya madeyên Hişbirê dikin li Herêma Dêrazorê dest pê kir.

Têkildarî mijarê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Salih Muslim ji RojavaTV re nirxandin kir.

Muslim got: “Lidarxistina operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ pîwist û girîng bû”.

Bi destpêkirina QSD’ê ji operasyonê re dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kir.

Salih Muslim tekez kir ku destê Tirkiyê jî di mijara piştgiriya van çeteyên li Dêrazorê de heye.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Salih Muslim di dawiya axaftina xwe de got: “Îroj xelkên herêmê li ser bingeha projeya Netewa Demokratîk ya jiyana bi biratiya gelan re bi hev re jiyan dikin”.

Her wiha bang li xelkên Dêrazorê kir ku ji van xefkên dijminan ku armanc dikin şerekî di navbera gelan de derbixin baldar bin