Kanala ROJAVA TV

MALBATÊN ŞEHÎDAN ÊN EFRÎN Û ŞEHBAYÊ XIYANETA PDK Û ENKS`Ê BI MEŞEKÊ ŞERMEZAR KIRIN

Encumena Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê bi meşekê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên bi hevkariya ENKS’ê û PDK’ê şermezar kir.

Bi hezaran koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê bi durişma ‘Na ji xiyanetê re na ji dagirkeriyê re bijî berxwedan gelan’ beşdarî meşê bûn.

Meş ji têketina navçeya Fafînê dest pê kir û heta dibistana Şehîd Çekdar a navçeyê dewam kir.

Li qada dibistanê xwepêşandan rawestiya û veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de, endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Eliye Ebdo û Zuhêr El Helebî daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîn û herêmên dagirkirî û hevkariya PDK û ENKS’ê pê re hatin şermezarkirin.

Her wiha beşdaran bang li xelkên Başûr kirin ku li hember siyasetên PDK’ê bêdeng nemînin.