Kanala ROJAVA TV

28 MEHIN AGAHÎ JI RÊBER APO NAYÊ GIRTIN

SEMA BEGDAŞ - BERDEVKA PARTIYA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK

Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk Sema Begdaş têkildarî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji RojavaTV re niraxndin kir. Sema Begdaş got: ji bo pêkanÎna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê fikirên rêber baş bê naskirin û li seranserÎ cîhanê bê belvakirin

Ev zêdeyî 2 salan e dewleta Tirk a faşîst tecrîdeke giran li dijÎ Rêber Abdullah Ocalan ferzkiriye lê Rêber Apo bi fikiri û ramanên xwe yê azad zindana Îmraliyê veghurandiye qadeke têkoşînê. Di derbarê mijarê de Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD Sema Begdaş ji RojavaTV re niraxndin kir

Sema Begdaş got: bi saya berxwedana Rêber Apo, hebûna gelê kurd hate parastin

Her wiha Sema Begdaş tezek kir ku ji bo pêkanÎna azadiya fîzîkî ya Rêber abdullah ocalan divê fikirên rêber apo baş bê naskirin û li seranserÎ cîhanê bê belvakirin

Doh Jinên Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê û Endamên Nîvîsgeha Jin a Tevgera Civaka Demokratîk û Kongra Star têkildarî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyanîyek li pêş Encumena Dadmendiya Civakî ya li bajarê Qamişlo dan

Di daxuyanîyê de eşkerekirin ku Jin wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê xurt bikin û dê têkildarî aliyê qanûnî yê rewşa Rêber de wê li seranserî herêma Cizîrê semîneran organîze bikin.