Kanala ROJAVA TV

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER LI DIJÎ HERÊMÊ ZÊDE BÛNE

XELKÊN EFRÎNÎ: ZAROKÊN ME JI TIRSA RANAKEVIN

Di demên dawî de dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhiatê Sûriyê zêde dike.
Koçberên Efrînî û xelkên navçeya Til Rifetê hestên xwe bi Rojava TV re parve kirin û gotin ku dewleta Tirk a dagirker dewleteke hovane ye û ew ê li hember êrîşan li ber xwe bidin.
Di demên dawî de dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhiatê Sûriyê zêde dike.
Dewleta Tirk rojane êrîşî kantona Şehbayê û navenda navçeya Til Rifetê dike û di encamê de xelkên Sivîl zirarê dibînin.
Xelkên Efrînî yên li navçeya Til Rifetê dimînin ji Rojava Tv re axivîn û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê şermezar kirin.
Koçberên Efrînî yê li Til Rifetê dibêjin rojane dewleta Tirk a dagirker êrîşî wan dike û zarokên wan ji tirsa re ranakevin, her wiha gotin ku ew ê her dem li ber xwe bidin.

Her wiha ji xelkên navçeya Til Rifetê got ku dewleta Tirk dewleteke hovane ye, kal, mêr, jin û zarokan bê cudahî dike hedef

Hêjayî gotinê ye ku beriya du rojan dewleta Tirk a dagirker êrîşî navçeya Til Rifetê kir û di encamê de sivîlek birîndar bû.