Kanala ROJAVA TV

XELKÊN QAMIŞLO BI MEŞEKÊ SEDSALIYA PEYMANA LOZANÊ ŞERMEZAR KIRIN

Xelkên Qamişlo bi meşekê sedsaliya Peymana Lozanê şermezar kirin.
Xelkên bajarê Qamişlo di bin dirûşmeya ‘Pêkanîna Netewa Demokratîk, Têkbirina Peymana Lozanê Ye’ bi meşeke girseyî sedsaliya Peymana Lozanê şermezar kirin.
Meş bi beşdarbûna bi dehan kes ji xelkên Qamişlo ji çarxereya Sonî destpêkir û heta bazara mezin a li navarasta bajêr dewma kir û li wir veghurî mîtingê.
Di mîtingê de Endama Encumena Giştî ya PYD’ê Perwîn Yûsif axivî û behsa armanc û encamên xirab ên peymana Lozanê li dijî gelê Kurd bi taybet û gelên herêmê bi giştî kir. Perwîn Yûsif got, Ev siyasetên dijberî gelan wê bi girêdana wan bi fikir û felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan têk biçin. Her wiha bang li gelên herêmê kir ku têkoşîn û hevgirtina xwe mezin bikin da ku rê li ber peymanên nû yên li dijî vîna gelan bigirin.
Mîting bi dirûşmeya ‘Na Ji Peymana Lozanê re’ bi dawî bû