ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ NASNAMEYA GELAN JI TUNEBÛNÊ PARAST
XELKÊN QAMIŞLO: ŞORŞA 19'Ê TÎRMEHÊ JI BO ME BÛYE MIZGÎNIYEK
Xelkên Bajarê Qamişlo Salvegera Şoreşa 19 ê Tîrmehê bi dilgermî pîroz kirin û gotin. Şorşa 19 ê tîrmehê ji bo wan bûye mizgîniyek .
Her wiha bang li tevahî gelê herêmê kirin ku bi ruhê Gelê Şoreşgerî xwedî li Soreşa 19 ê Tîrmehê derbikevin .
Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku bi berdêlên giranbuha û fedekariyên mezin hebûn û nasnameya gelan ji tunebûne parast, 11 salên xwe tijî kir .
Ev Şoreş weke mozayîkekê bû ku bi wê re tevahî pêkhateyên herêmê hatin gel hev , rêveberiyek xweser avakirin û bihevre çarenûs û riya xwe diyar kirin .
Xelkên Qamişlo dibêjin ku Şorşa 19 ê tîrmehê ji bo wan bûye mizgîniyek .
Her wiha Xelkên Qamişlo bang li tevahî gelê herêmê kirin ku bi ruhê Gelê Şoreşgerî xwedî li Soreşa 19 ê Tîrmehê derbikevin .
11 sal di ser şoreşa 19’ê tîrmehê re berbas bûn û derbasî sala xwe ya 12’an bû, tevî hemû planên qirêj , êrîş û şerê taybet li dijî wê tê meşandin, pêkhateyên herêmê bi israrin destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin û dest ji hevjiyanê bernedin û bighêjin armancên xwe.