Kanala ROJAVA TV

JI BER DORPÊÇA HIKÛMETA ŞAMÊ AZARÊN KOÇBERÊN EFRÎNÎ ZÊDETIR DIBIN

ŞÊRAZ OSMAN - KOÇBER

Koçberên Efrînî yên li kantona Şehbayê dijîn dibêjin, ji ber dorpêça Hikûmeta Şamê ew nikarin pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînin.
Her wiha daxwaz ji hêzên navdewletî dikin ku demildest destwerdanê bikin û dorpêçê bi dawî bikin.

Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û Çeteyên wê ve, koçberên Efrînî di nava azaran de dijîn.

Tevî ku herêm di bin dorpêça Hikûmeta Şamê û êrîşên Tirkiyê de ye, lê dîsa koçberên Efrînî berxwedaniyê didomînin.

Koçberên Efînî ji Rojava Tv re axivîn û êş û kulên xwe bi me re parve kirin.

Koçberên Efrînî dibêjin, ji ber dorpêça hikumeta Şamê, ew nikarin pêdiviyê xwe yên sereke dabîn bikin.

Her wiha koçberên Efrînî daxwaz ji aliyên peywendîdar dikin ku destwerdanê bikin û dorpêçê bi dawî bikin.

Tevî dijwarbûna rewşa mirovî li kantona Şehbayê, lê heta niha ti hêzên navdewletî bertek nîşan nedane.