Kanala ROJAVA TV

PYD’Ê FORUMEK TÊKILDARÎ ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ LIDARXIST

PERWÎN YÛSIF – ENDAMA ENCUMENA GIŞTÎ YA PYD'Ê

Partiya yekîtiya demokrat PYD’ê doh li hesekê ji bo salvegera şoreşa 19’ê tîrmehê forumek lidarxist û saziyên xwedî rol di damezrandina rêveberiya xweser de xelat kir

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Foruma Sûrî ji bo şoreşa 19’ê tîrmehê bi durişma ’19’ê Tîrmehê şoreşa jin û gelan, misogeriya Sûriya Demokratîk e’ li Hesekê lidarxist.
Di forumê de 150 nûnerên partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser beşdar bûn û mijarên Şoreşa 19’ê Tîrmehê û stratejiya wê, astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser, Rêveberiya Xweser û çareserkirina aloziyê hatin nîqaşkirin.

Di forumê de hate tekezkirin ku Rêveberiya Xweser, têgeha felsefeya neteweya demokratîk e ku cara yekemîn di dîroka fikrê siyasî de bi destê Rêber Abdullah Ocalan hate avakirin.

Di dawiyê de komîteya amadekar, diyarî pêşkêşî saziyên ku di avakirina Rêveberiya Xweser de xwedî rol bûn kirin.

Di serî de encumena Malbatên Şehîdan, Konfedrasyona Gaziyan, Kongra Star, YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parastina Civakê.