Kanala ROJAVA TV

2’EMÎN KONGREYA NAVNETEWEYÎ YA OL Û BAWERIYAN BI DAWÎ BÛ

HESEN KOÇER- CÎGIRÊ HEVSEROKATIYA ENCUMENA CÎBICÎKAR A RÊVEBERIYA XWESER

Kongre bi sponseriya Hevgirtina Ol û Baweriyên Mezopotamya ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi beşdariya 300 delegeyan hate lidarxistin.

Di roja 2’emîn a Kongreyê de axaftin li ser navên Weqfa Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tarîqetên Qadiriyê, Neqişbendî û Şaziliyê ve hatin kirin.

Di axaftinan de tekezî li ser parastina bihevrejiyanê û belavkirina çanda aştiyê hate kirin.

Her wiha ‘Rola siyaset û ragihandinê di agahîdarkirina olan de da ku pirsgirêkên civakê çareser bikin û jiyana hevbeş pêş bixin” hatin nîqaşkirin.

Di dawiyê de Kongre bi encamnameyekê bi dawî bû.