XELKÊN HERÊMÊ PEYAMÊN GEFXWARINÊ ÊN LI DIJÎ RÊBER APO ŞERMEZAR KIRIN
XELKÊN QAMIŞLO: HETA PÊKANÎNA AZADIYA RÊBER APO, EM Ê TÊBIKOŞIN
Bi armanca Şermezarkirina Nameyên gefxwarinê ku dewleta Tirk daye Rêber Abdullah Ocalan, xelkên Herêmê daketin qadan .
Di xwepêşandanan de gel Siyasetên Qirêj ên Dewleta Tirk li dijî Rêber Apo şermezar kirin . û banga bilind kirina asta têkoşînê kirin.
DUB
Bi armanca Şermezarkirina Nameyên gefxwarinê ku dewleta Tirk daye Rêber Abdullah Ocalan, li Qamişlo, Hesekê û Dirbêsiyê gel daketin qadan .
Xwepêşandan bi durişmeya Azadiya Rêber Apo Misogeriya Demokrasî û aramiya herêmê ye, hatin li dar xistin .
Di xwepêşandanê de Xelkên Qamişlo Siyasetên Qirêj ên Dewleta Tirk li dijî Rêber Apo şermezar kirin û tekez kirin ku ew ê heta azadiya Fîfîkî ya Rêbertî têbikoşin .
Bi heman armancê Xelkên Xesekê jî herikîn qadan û banga bilindkirina asta Têkoşînê li hember Sûcên Dewleta tirk kirin û gotin: hebûna gelan girêdayî hebûna Rêber Abdullah Ocalan e .
Her wiha li navçeya dirbêsiyê jî bi sedan kes daketin qadan û siyasetên dewleta Tirk ên li dijî Rûber Ocalan şermezar kirin .
Di xwepêşandanê de wêneyên Rêber Ocalan û pankarta bi nivîsa bê serok jiyan nabe hatin berizkirin .
xelkên navçeya dirbêsiyê tekezkirin ku ew ê bi berxwedana xwe azadiya rêber APO misoger bikin.