ROJA YEKEMÎN A KONGREYA NAVNETEWEYÎ YA OL Û BAWERIYAN BI DAWÎ BÛ
DELAL XELÎL- HEVSEROKA KONGREYA ÎSLAMA DEMOKRATÎK
2’Yemîn Kongreya Navneteweyî Ya Ol Û Baweriyan bi beşdarbûna 300 delegeyan li bajarê Hesekê dewam dike.
Di kongreyê de mijarên wekî xwişk û biratî û rola jinan di xurtkirina jiyana hevbeş de û çend pirsên din têne nîqaşkirin.
Di demekê de ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk hewl dide hevgirtina gelê herêmê ji hev bixe, 2’yemîn Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan bi rê ve diçe.
Kongreyê vê sibehê di bin dirûşmeya “Bi biratiya olan em ê nirxên mirovahiyê bilind bikin” û bi beşdariya 300 delegeyan li bajarê Hesekê dest pê kir.
Hevgirtina Ol û Baweriyên Mezopotamya ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sazkara kongreyê ye û mijarên wekî xwişk û biratî û rola jinan di xurtkirina jiyana hevbeş de têne nîqaşkirin.
Li gorî amadekarên kongreyê armanca wan ew e ku çanda bihevrejiyanê di nava civakê de geş bibe û were mayîndekirin.
2’yemîn Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan bi nîqaş û gotûbêjên dewlemend dê heya sibê berdewam bike û biryar kongre bi encamnameyekê bi dawî bibe.