Kanala ROJAVA TV

KOMÎTEYA ŞILÊR DESTDIRÊJIYA LI DIJÎ ZAROKA 13 SALÎ ŞERMEZAR KIR

Komîteya Şilêr a Parastina Mafên Zarokan bi daxuyaniyekê destdirêjiya li dijî zaroka 13 salî ya li Efrîna dagirkirî şermezar kir.

KOMÎTEYA ŞILÊR DESTDIRÊJIYA LI DIJÎ ZAROKA 13 SALÎ ŞERMEZAR KIR

Komîteya Şilêr a Parastina Mafên Zarokan bi daxuyaniyekê destdirêjiya li dijî zaroka 13 salî ya li Efrîna dagirkirî şermezar kir.

Komîte dibêje, çeteyên dewleta Tirk a dagirker roja 1 tîrmeha îsal li gundê ciwêq yê Efrînê zarokeke 13 salî revendadine û destdirêjiya zayendî li dijî wê pêk anîne.

Her wiha diyar dike, ev bûyer ne bûyera yekemîn e û beriya niha bi sedan sucên weha li Efrînê pêk hatine, lê ji ber qedexekirina karê ragihandinê, her tişt nikare bi zelalî were ragihandin.

Komîte aşkere dike, tevî rojane komîteyên parastina mafên mirovan ên navneteweyî têne avakirin lê heya niha tu encam derneketiye holê.

Di dawiyê de Komîteya Şilêr a Parastina Mafên Zarokan bang li aliyên peywendîdar dike ku demildest destwerdanê bikin.