Kanala ROJAVA TV

DARIZANDINA ÇETEYÊN DAIŞ’Ê DI DEMEK NÊZ DE DEST PÊ DIKE

XALID CEBIR – PARÊZER

Dê darizandina çeteyên DAIŞ’ê di çend rojên pêş de dest pê bike, li ser vê mijarê siyasetmedar û parêzerên herêmê diyar kirin ku ji ber paşguhkirina Civaka Navdewletî ji dosyayên DAIŞ ê re, dê rêveberiya xweser çeteyên DAIŞ’ê yên li ba xwe darizîne .

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 10’ê Hezîranê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dê çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî li gorî qanûnên navneteweyî û herêmî yên têkildarî terorê û bi rengekî ku mafên qurbaniyan û endamên malbatên wan misoger bike, bidarizîne.

Parêzer û Siyaetmedarên herêmê Biryara Rêveberiya Xweser bi germî pêşwazî dikin.

Parêzer Xalid Cebir diyar kir ku Civaka Navdewletî û Hevpeymaniya Navneteweyî doza çeteyên DAIŞ’ê yên girtî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê paşguh dikin.
Li aliyekî din Sekretêrê giştî yê partiya Muhafezekaran Ekrem Mehşûş jî diyar kir ku ji ber paşguhkirina Civaka Navdewletî ji dosyayên DAIŞ’ê re, dê Rêveberiya Xweser çeteyên DAIŞ’ê yên li cem xwe darizîne.

Piştî rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ′ê, Hêzên Sûriya Demokratîk QSD bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê girtin û xistin girtgîhehan.

Wê yekê xetereyeke mezin li ser ewlehiya herêmê çêkir û li kêleka wê jî bangên cezakirina wan hatin kirin