Kanala ROJAVA TV

PARTIYA SÛRIYEYA PÊŞEROJÊ 2’EMÎN ŞAMPIYONA TEKWANDOYÊ LI MINBICÊ LI DAR XIST

ÎMAD EL-MÛSA - SEROKÊ OFÎSA RÊXISTINA GIŞTÎ YA PARTIYA SÛRIYEYA PÊŞEROJÊ

Partiya Sûriyeya Pêşerojê û encûmena Idlibê, bi navê şehîd Nadiya El-Xeşan turnuveya duyemîn a tekwandoyê li bajarê Minbicê li dar xist.

Turnuveya tekwandoyê di bin diruşmeya “Bi werzîşê em ê hêviyê çêbikin” hat li dar xistin.

Şêniyên bajarê Minbicê û endamên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, di tunuveyê de amade bûn.

Di vê çarçoveyê de berpirsê Ofîsa Rêxistina Giştî ya partiya Sûriya Pêşerojê Îmad El Mûsa ji Rojava TV re axivî û got ku ew di vê turnuveyê de şehîd Nadiya El-Xeşan û şehîdên Partiya Sûriyeya Pêşerojê û şehîdên Sûriyê bi giştî bi bîr tînin.

Turnuve bi xelatikirina tîma El Nisûr û pêşkêşkirina Mertala bîranînê ji bo malbata şehîd Nadiya El-Xeşan, bi dawî bû.