Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ ROLA JIN DI QADA SIYASÎ DE BI SEMÎNEREKÊ HATE NÎQAŞ KIR

NEHILE ISMAYÎL- BERDEVKA ENCUMENA JIN A PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ

Encumena jin a Partiya Sûriya Pêşerojê îro ji bo nîqaşkirina rola jinan di qada siyasî de, li Reqayê semînerek li darxist.

Semîner di bin navê” Xurtkirina jinan di aliyê siyasî de û rola wê di pariyên siyasî de” Bi beşdariya kesayetên femînîst û çalakvanên qada civakî hate lidarxistin.

Di semînerê de rola jinên siyasetmedar di dîrok û pêştgiriya jinan ji bo tevlîbûna di qadên siyasî de hate nirxandin.

Her di nîqaşan de mijara çalakkirina ofîsên jin di partiyên siyasî de hate nirxandin.

Ofîsa jin di Partiya Sûriya Pêşerojê de di çarçoveya xebatên xwe yên ji bo xurtkirina jinan û çalakkirina rola wan di tevahî qadên civakê de semîneran li dar dixe.