Kanala ROJAVA TV

JI BER DORPÊÇA HIKUMETA ŞAMÊ KOÇBERÊN EFRÎNÎ RASTÎ GELEK ZEHMETIYÊN JIYANÎ TÊN

Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, Xelkên Efrînî neçarî koçberiyê bûn, û li Qadên Cuda Yên Rêveberiya Xweser bi cih bûn.

Yek ji deverên ku Efrînî lê dimînin kantona Şehbayê ye, li gel Êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ên li dijî deverê, Hikumeta Şamê jî Dorpêçê feriz dike.

Koçberên Efrînî ji ber dorpêça Hikumeta Şamê rastî gelek zehmetiyên jiyanî tên.

koçber siyaseta Hikumeta Şamê ya dorpêçê bi kiryarên dermirovî bi nav kirin.

KOÇBERÊN EFRÎNÎ: HIKUMETA ŞAMÊ LI DIJÎ ME KIRYARÊN DERMIROVÎ PÊK TÎNE

Her wiha Koçberên Efrînî gotin ku Dorpêç êşên wan girantir dike û bang li Civaka Navdewletî kirin ku Alîkariyê pêşkêşî wan bikin û Dorpêça Hikumeta Şamê bi dawî bikin.