7 SAL DI SER ŞEHADETA FERMANDAR FEYSEL EBÛ LEYLA RE DERBAS DIBIN
Fermandarê nemir, Şehîd Feysel Ebû Leyla ku bi berxwedan û têkoşîna xwe ya bêhempa dihate naskirin, îro 7 sal di ser şehadeta wî re derbas dibin.
Şehîd Feysel Ebû Leyla li gelek bajaran bi fedekariyeke mezin li hemberî dijmin şer kir û di her qadê de mohra xwe li dîrokê xist.
Hevalê şehîd Feysel Ebû Leyla, Sebrî Mislim dibêje, ew ji destpêka şoreşê ve bi roleke mezin û girîng rabû.