Kanala ROJAVA TV

DESTEYA ABORÎ Û ÇANDINIYÊ: DORPÊÇA HIKÛMETA ŞAMÊ BANDOREKE NEYÎNÎ LI SEKTORA ÇANDINIYÊ KIR

BASIM OSMAN – ENDAMÊ DESTEYA ABORÎ Û ÇANDINIYÊ

Endamê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Kantona Şehbayê Basim Osman diyar kir ku di encama barîna baranê de mewsimê îsal baş e û bal kişand ser tedbîrên Desteyê di rewşa Dorpêçê de.

Basim Osman diyar kir ku dorpêça Hikûmeta Şamê bandoreke Neyînî li Sektora çandiniyê kiriye û amaje bi tedbîrên Rêveberiya Xweser yên ji bo rêgirtina li hember zirarên dorpêçê di aliyê sektora Çandiniyê de kir.

li aliyekî din Basim Osman bal kişand ser tedbîrên ku ji bo parastina zeviyên çandiniyê girtine ew jî bi riya avakirina Komîteya Agirkujiyê bi alîkariya saziyên Rêveberiya Xweser û gel.

Endamê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Kantona Şehbayê Basim Osman tekez kir ku ew wek Desteya Çandinî û Aborî tevî Derfetên kêm kar û xebatên xwe ji bo peydekirina pêdiviyên çandiniyê dikin.