Kanala ROJAVA TV

GERÎNENDEYA AVÊ PIRSGIRÊKA AVA TAXA CÛDÎ YA BAJARÊ QAMIŞLO ÇARESER DIKE

WASIL ESI'ED- RÊVEBIRÊ GERÎNENDEYA AVÊ YA BAJARÊ QAMIŞLO

Gerînendeya avê ya bajarê Qamişlo, li ser daxwaza welatiyan pirsgirêka kêmaviyê ya şêniyên taxa Cûdî çareser dike.

Niştecihên taxê jî dibêjin, bi çareserkirina pirsgirêka avê re, ew êdî rastî zehmetiyan nayên û spasiya aliyên peywendîdar dikin.

Ev der taxa Cûdî ya bajarê Qamişlo ye, gerînendeya avê pirsgirêka welatiyan a kêmaviyê çareser dike.

Ev demeke dirêj e zêdetirî 50 malên taxa Cûdî bi pirsgirêka kêmaviyê re rû bi rû dimînin û di jiyana rojane der rastî astengiyan tên.

Gerînendeya avê li ser daxwaza welatiyan ev serê 2 rojan e li ser pirsgirêkê dixebite û biryar e di heyama demeke kurt de bi dawî bibe.

Welatiyên taxê jî kêfxweşiya xwe bi karê gerînendeya avê tînin ziman û diyar dikin ku dê êdî pirsgirêka wan a kêmaviyê çareser bibe.

Gerînendeya avê ya bajarê Qamişlo û şaredariya gel li gorî derfetên xwe û budceya ku ji wan re hatîye terxankirin, karûxebatên xwe pêk tînin.