Kanala ROJAVA TV

YASIR SILÊMAN: DIVÊ ALIYÊN AKTÎV ÊN LI HERÊMÊ JI BO ÇARESERKIRINA ALOZIYA SÛRIYÊ ROL BILÎZIN

YASIR SILÊMAN- CÎGIRÊ HEVSEROKATIYA ENCUMENA GIŞTÎ YA RÊVEBERIYA XWESER

Cîgirê Hevserokatiya Encumena Giştî ya Rêveberiya xweser Yasir Silêman diyar kir ku, Rêveberiya xweser bi awayekî erênî li hemû aliyên çalak ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dinêre.

Yasir Silêman bang li aliyên çalak kir ku ji bo çareserkirina aloziya sûriyê piştgiriyê bidin beynanameya Rêveberiya xweser.