Kanala ROJAVA TV

XELKÊN KOBANÊ JI BO MEXMÛRÊ DAKETIN QADAN

KOÇBERÊN GIRÊ SPÎ BANGÊN PIŞTGIRIYA BI MEXMÛRÊ RE KIRIN

Ji bo piştigirya berxwedana xelkên kampa Mexmûrê, xelkên Kobanê daketin qadan û dorpêçkirina derdora kampê şermezar kirin.

Koçberên Girê Spî û endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiyayê jî Bangên piştgiriya bi Mexmûrê re kirin

Çalakiyên xelkên bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina dorpêçkirina kampa penaberan ya Ş. Rustem Cûdî li Mexmûr, berdewam dike.

Îro bi sedan şêniyên kantona Kobanê bi meşekê dorpêça hikumeta Iraqê ya li ser Mexmûrê şermezar kirin.

Meş bi dirûşma “Kiryarên hikumeta Iraqê yên li dijî Mexmûrê li dijî pîvanên mirovî û exlaqî ne” dest pê kir.

Piştî ku meş veguherî mîtîngê, axaftin ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Emîne Bekir hate kirin.

Emîne Bekir tekez kir ku Mexmûr ne bi tenê ye, lê hemû azadîxwaz pê re ne.

Piştî axaftinan, Mîtîng bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.

KOÇBERÊN GIRÊ SPÎ BANGÊN PIŞTGIRIYA BI MEXMÛRÊ RE KIRIN

Li aliyekî din îro Koçberên Girê Spî bi daxuyaniyekê kiryarên artêşa Iraqê li dijî şêniyên Mexmûrê şermezar kirin.

Bi dehan niştecihên kampê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de kiryarên ne exlaqî yên li dijî xelkê wargehê hatin şermezarkirin.

Koçberên Girê Spî piştgiriya xwe bi berxwedana xelkê Mexmûrê re nîşan dan û bang li NY`yê, rêxistinên mirovî û navneteweyî kirin ku van binpêkirinan bi dawî bikin û niştecihên kampa Mexmûrê biparêzin.

NIVÎSGEHA KOMBÛNA JINAN A ZENÛBIYAYÊ LI TEBQA BERXWEDANA MEXMURÊ SILAV KIR

Bi heman armancê, îro Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ya li Tebqayê daxuyaniyek da.

Bi dehan jinên bajêr, endamên saziyên sivîl û Partiya Sûriya Pêşerojê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de berxwedana gelê Mexmûrê û lehengiya wan li hember çeteyên DAIŞ`ê hat silavkirin û bang li hêzên navneteweyî û NY`yê hat kirin ku girêdayî berpirsiyariyên xwe yên parastina penaberan ji êrişan bin û dorpêça li ser wan bi dawî bikin.

Bang li cîhanê jî hat kirin ku piştgiriyê bidin xelkê Mexmûrê û li hember komploya dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin.