Kanala ROJAVA TV

HIKÛMETA ŞAMÊ DORPÊÇA LI DIJÎ KANTONA ŞEHBAYÊ GIRANTIR DIKE

EDNAN TARÎ- KOÇBERÊ EFRÎNÎ

Koçberên Efrînî yên ku li kantona Şehbayê dijîn, dibêjin bi hatina demsala havînê re girankirina dorpêçê azarên wan zêdetir dike.

Her wiha diyar dikin ku ew bi zehmetî pêdiviyên xwe yên rojane bi dest dixin.

Dorpêça Hikûmeta Şamê ya li dijî kantona Şehbayê her diçe asêtir dibe û hikûmet nahêle ku sotemenî, derman û pêdiviyên jiyanî derbasî herêmê bibin.

Bi girankirina dorpêçê re azarên koçberan zêdetir dibin û dibe sedem ku rewşa jiyanî li herêmê têk biçe.

Koçberên Efrînî yên ku li kantona Şehbayê dijîn, dibêjin bi hatina demsala havînê re zehmetiyên wan zêdetir dibin.

Her wiha koçberên Efrînî diyar dikin ku ew bi zehmetî pêdiviyên xwe yên rojane bi dest dixin.

Koçberên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê bi cih bûne, ji aliyekî bi êrîşên Tirkiyê re û ji aliyekî din ve jî bi dorpêça Hikûmeta Şamê re rû bi rû dimînin, lê ti carî dest ji xeta berxwedaniyê bernedane.