Kanala ROJAVA TV

ŞAREDARIYA GEL LI REQAYÊ DEST BI PROJEYA SERERASTKIRINA RÊYAN KIR

Di encama barana ku li herêmê bariya, projeyên sererastkirina rêyan hatibûn rawestandin, îro Şaredariya Gel a Reqayê dest bi sererastkirina rêya di navbera çerxereya El- Dela û çerxereya Sewami kir.

Derbarê mijarê de Hevserokê Şaredariya Gel a bajarê Reqayê Malik El- Herîrî ji Rojava TV re diyar kir ku piştî ew rêyan ji qîra kevin paqij bikin ew ê careke din rêyan sererast bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Şaredariya Gel a Reqayê 3 meh destnîşan kir ku projeya sererastkirina riyên sereke yên bajêr bi dawî bike.