Kanala ROJAVA TV

KOÇBERÊN EFRÎNÎ BERSIVA DORPÊÇKARAN BI BERXWEDANÊ DIDIN

KOÇBERÊN EFRÎNÎ: EM DI NAVA DORPÊÇEKE GIRAN DE DIJÎN

Koçberên Efrînî ên li Şehba dimînin tekez kirin ku ew di nava dorpêçeke giran de dijîn.

Koçberan gotin, ew ê tevî hemî zehmetiyan berxwedana xwe dewam bikin.

Ev zêdeyî 5 salan e koçberên Efrînî li Şehba dimînin, piştî ku dagirkeriya tirk ew ji malên wan dan koçber kirin, niha hikûmeta Şamê dorpêçeke giran li dijî wan ferz dike.

Koçberên Efrînî ên li kampa berxwedan dimînin diyar kirin ku ew di nava dorpêçeeke giran de dijîn.

Koçber Selah El – Dîn Bîlal got.

Koçberên Efrînî tevî hemî zehmetiyan, lê ew bi israr in ku berxwedana xwe deam bikin da ku vegerin Efrînê. Koçber Şebik Silêman got.

Hikûmeta Şamê ji zêdeyî 5 salan ve dorpêçê li dijî kantona Şehba û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên helebê ferz dike, ji du salan ve ev dorpêç girtatir kiriye