Kanala ROJAVA TV

DI ENCAMA ÊRÎŞA DEWLETA TIRK LI DIJÎ EYN ÎSA DE 3 KES BIRÎNDAR BÛN

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranewestandine.

Dewleta Tirk a dagirker careke din êrîşî gundewarên navçeya Eyn Îsayê kir.

Di encama êrîşa dewleta Tirk a li dijî gundê Cideyda ya girêdayî navçeya Eyn Îsayê de, 3 kes birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye ku ji beriya Hilbijartinan ve êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê dewam dikin û rojane sivîl têne hedefgirtin.

Her wiha doh li Başûrê Kurdistanê jî balafireke Keşfê a dewleta Tirk êrîşî maleke sivîl li Xanesora Şengalê da û di encamê de ziyanên madî çêbûn.