Kanala ROJAVA TV

LI BAJARÊ REQAYÊ PÊŞANGEHA 5’EMÎN A GUL Û ÇÎÇEKÊN RENGERENG DEST PÊ KIR

MALIK EL- HERÎRÎ- HEVSEROKÊ ŞAREDARIYA GEL A BAJARÊ REQAYÊ

Desteya Rêveberiyên Xwecihî û Jîngehê bi hevkariya Şaredariya Gel a Bajarê Reqayê, îro pêşangeha gul û çîçekan ya 5’emîn li dar xist

Bi beşdariya şêniyên bajarê Reqayê, nûnerên ji saziyên civaka sivîl û Rêveberiya Xweser, pêşangeh li baxçeyê El- Reşîd hate vekirin.

Di pêşangehê de xwediyên şitilgehên dar û gulan beşdar in û berhemên xwe pêşkêş dikin.

Di pêşangehê de tevahî cureyên gul û daran têne peydakirin û di roja yekemîn de rastî pêşwaziyeke mezin hat.

Li gorî komîteya amadekar armanca lidarxistina vê pêşangehê ku rûberên kesk zêde bibin û çanda çandiniyê di nava civakê de berbelav bibe.