Kanala ROJAVA TV

BERTEKÊN LI DIJÎ BÛYERÊN TECAWIZKIRINÊ LI EFRÎNA DAGIRKIRÎ ZÊDE DIBIN

JINÊN EFRÎNÎ: RÊXISTINÊN MAFÊN MIROVAN LI HEMBER SÛCÊN LI EFRÎNÊ BÊ DENG IN

Jinên Efrînî hêrs û bertekên xwe li hember tecawizkirina zarokan li Efrîna dagirkirî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve, nîşan dan.
Jinan gotin divê cezayên tund li dijî sûcdaran bên birîn, û destnîşan kirin ku wê jinên Efrînî ti carî li hember Sûcên dagirkeriya Dewleta Tirk bê deng nemînin.

Bertekên li hember tecawizkirina zaroka 10 salî ji hêla serçeteyê koma Sultan Suleyman Şah ango Emşat ve, dewam dikin.
Jinên koçber ên ji Efrînê têkildarî mijarê ji Rojava TV re axivîn û hêrs û bertekên xwe nîşan dan.
Jinên Efrînî diyar kirin ku rêxistinên mafên mirovan li hember sûcên rojane yên li Efrînê bê deng in.

Her wiha Jinên Efrînî gotin ku divê cezayên tund li dijî sûcdaran bên birîn, û destnîşan kirin ku wê jinên Efrînî ti carî li hember Sûcên dagirkeriya Dewleta Tirk bê deng nemînin.

Li Efrîna dagirkirî di kêmtirî hefteyekê de 2 sûcên tecawizkirinê li dijî 2 zarokan pêk hatin.

Ji dema dagirkirina Efînê û heta Roja me ya îro dewleta Tirk a dagirker sûcên derexlaqî li dijî şêniyên wê yên resen pêk tîne.