Kanala ROJAVA TV

JI BER DORPÊÇÊ LI KANTONA ŞEHBAYÊ GELEK ZIYAN GIHIŞTINE QADA TENDURISTIYÊ

HESEN NEBO: RÊVEBERÊ HEYVA SOR A KURD LI ŞEHBAYÊ

Dorpêça Hikumeta Şamê a li dijî kantona Şehbayê gelek ziyan gihandiye qada tenduristiyê.
Têkildarî mijarê Rêveberê Heyva Sor a kurd li Şehbayê Hesen Nebo ji Rojava TV re axivî û got, ew ji ber nebûna Dermanan zehmetiyan dibînin.

Ji ber dorpêça hikumeta Şamê li dijî kantona Şehbayê, gelek ziyan gihaştin qadên jiyanî, bi taybet qada tenduristiyê.

Ji ber tunebûna dermanên pêwîst û rawestandina alavên tibî jiyana nexweşan di xetereyê de ye.

Heyva Sor a Kurd jî da ku xizmetên Tenduristî ji gel re peyda bike di nava hewildanan de ye.

Têkildarî mijarê Rêveberê Heyva Sor a kurd li Şehbayê Hesen Nebo ji Rojava TV re axivî û got ew ji ber nebûna Dermanan zehmetiyan dibînin.

Her wiha Hesen Nebo destnîşan kir ku nebûna dermanan dê bibe sedema rûdana nexweşiyên çermî di demsala havîne de.

Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve xelkên Efrînê neçar man ji bajarê xwe derkevin.

Ji wê demê ve û heta niha di bin dorpêçê de ne. Lê tevî ewqas zehmetiyan jî berxwedana xwe dewam dikin.