Kanala ROJAVA TV

Daxuyanî ji raya giştî re:

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevgera navneteweyî û erebî ji bo nûkirina şêwazê çareserkirina heyî ji aloziya Sûriyê re di warê siyasî de, dişopîne. Her wiha girîngiyeke mezin dide rola erebî ku di çend mehên borî de aktîf bû û têde gelek civînên girîng hatin lidarxistin û tevger ber bi çareserkirina dozên bigirêk ve hate kirin. Em bi hêvî ne ku ev yek xebatên siyasî li welat pêşde bixe.
Biryara (8914) ku ji aliyê wezîrên derve yên Komkara dewletên ereban ve di 7`ê Gulanê de hate derxistin û têde vegera hikumeta Sûriyê ji Komkara erebî re hate erêkirin. Ev yek cihê pêşwaziyê ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ye. Nexasim ku ev biryar vedigere erêkirina hikumeta Sûriyê ji encamên civîna Umanê re ku di 1`ê Gulanê de hate lidarxistin.
Em dibînin ku vegera Sûriyê ji hawîrdora wê ya erebî û kûrahiya wê ya îstratîjîk re ji bo berjewendiya tevahî Sûriyê re, pir girînge. Li divê ev yek astengiyê li p êşiya çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyê re ku derbasî sala xwe ya 13`an bûye, çêneke. Lê belê dive ev gaveke girîng ber bi çareseriya siyasî li Sûriyê be û aloziya Sûriyê bi awayekî siyasî were çareserkirin. Em bi hêvî ne ku Komkara erebî roleke aktîf di vî warî de pêk bîne.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di însiyatîfa siyasî ku di 18`ê Nîsana 2023`an de hate destpêkirin bang li dewletên ereban û NY`yê kir ku roleke erênî di çareserkirina Sûriyê de û nêrînên di navbera aliyên Sûriyê de nêzî hev bike. Hin dozên hevbeş di navbera dosyaya Sûriyê, dewletên ereban her wiha di navbera Rêveberiya Xweser û dewletên ereban de hene ku mirov dikare bi awayekî hevbeş û di çarçoveya pêkanîna çareseriyeke siyasî hevbeş de, li ser wan bixebite.
Li gorî pîvanên niştîmanî di girîngiya parastina yekitiya Sûriyê, avakirina sîstemeke demokratîk û nenavendî ku me di însiyatîfa siyasî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê de behsa wan kir, em biryara vegera Sûriyê ji Komkara Ereban re pêşwazî dikin û em dibîninn ku ev gaveke erênî ye. Em bi hêvî ne ku ev yek asoyên pêwendiyê û xebatê hevbeş bi hikumeta Sûriyê û hêzên Sûriyê her wiha dewletên ereban re ku baweriya wan bi çareseriya siyasî û demokratîk heye, veke.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikare di çareserkirina siyasî de roleke pir girîng, bilîze. Ew ji ber derfetên wê yên siyasî, aborî, ewlehî û mirovî de. Divê dewletên erebên pêwendiyê bi hemû gelê Sûriyê re bike ne tenê bi aliyekî li ser hesabê aliyê din re, bike. Ji ber pêwîstiya çareseriya siyasî ya Sûriyê bi erêkirina tevahî gelê Sûriyê di nûkirina çareseriyê heye û avêtina gavên cidî û çalak heye. Me jî di vê çarçoveyê de bi rêya însiyatîfa siyasî de erêkirina xwe ji vê yekê re, eşkere kir.
Em îro di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de careke din destekdayîna xwe di xebatên hevbeş re bi koordînasyona bi dewletên ereban û NY`yê re têkildarî dozên sereke ku pêwîstiya wan bi xebatên hevbeş ên têkildarî terror, madeyên hişbir û dosyaya penaberên Sûriyê li dewletên derdor re, nû dikin.
Em bi hêvî ne ku êş û zehmetiyên gelê Sûriyê ku di nava salên borî de jiyan, bidawî bibin. Em ê hemû derfetên xwe di oxira pêkanîna aramî, çareseriya siyasî ku ne li dijî biryarên navneteweyî yên taybet bi Sûriyê, ku jiyaneke bi rûmet ji hemû netew û pêkhateyên Sûriyê re bidest bixe, bikar bînin.
11`ê Gulana 2023`an
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê