Kanala ROJAVA TV

CIWANÊN ŞOREŞGER JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER ABDULLAH OCALAN DI SEFERBERIYÊ DE NE

Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan doh li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê Tevgera Ciwanên Şoreşger bi meşek meşeleyan daketin qadan û dirûşmeya ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bang kirin.
Ciwanên beşdarî meşên li herêmê bûn ji RojavaTV re axivîn û gotin, êdî niha Dem Dema Azadiya Rêber APO ye.

Ji bo şermezarkirina tecrîda giran a li dijî Rêber Abdullah Ocalan û bi daxwaza azadiya Rêber Apo ya fîzîkî doh êvarî li seranserî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan bi rakirina wêneyên Rêber APO û meşilyan daketin qadan û dirûşmeyên ‘Em Ciwan, Em Ciwan, canfedayî Ocalan’ qîrîn.
Ciwanên beşdarî çalakiyan bûn ji RojavaTV re axivîn û gotin, Dem Dema Azadiya Rêber APO ye û tekezî li ser bilindkirina asta têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo kirin.

Ev zêdeyî 2 salan e Hikumeta Faşîst a AKP-MHP tecrîdeke giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye lewma ne naskirina agahiyan li ser rewşa Rêber APO fikar li cem gelê Kurd çêkiriye.
Hêjaye gotinê ku sibe demijmêr 11’ê sibehê gelên Herêma Cizîrê bi daxwaza azadiyê fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî li bajarê Qamişlo lidardixin.