TEVGERA HÎLALA ZÊRÎN: BI HATINA HILBIJARTINAN RE LI TIRKIYÊ QIRKIRINA SIYASÎ DEST PÊ KIR
Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Hesekê îro bi daxuyaniyekê oparasyonên qirkirina siyasî li dijî Kurdên Bakurê Kurdistanê şermezar kir û got, wê 14’Gulanê bibe dawiya faşîzma dewleta Tirk.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca desthilata Tirk ji girtina welatiyên Kurd ew e kurd di hilbijartinan de bi sernekeve.
Her wiha hate gotin, Li Bakurê Kurdistanê di nav de 50 hunermendên Kurd, zêdetirî 200 kes hatin girtin. Ji wan hunermendan Cîhan Eymaz e ku qebûl nekir strana ’Ez ji bo tirkan dimirin’ bêje.
Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Hesekê di dawiya daxuyaniyê got, wê 14’ê Gulanê bibe dawiya faşîzmê.