Kanala ROJAVA TV

Li kantona Reqayê miqdarek teqemenî hat pûçkirin

Îro 4ê Gulanê, hêzên me bi dehan teqemenî, mayîn û rokêtên ku berê li kantona Reqayê vekiribûn, pûç kirin.

Piştî ku yekîneyên endezyariyê yên hêzên me di dema rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê de hejmareke madeyên teqemeniyê û bermahiyên şer rakirin, endamên tîmên endezyariyê dest bi veguhestina van madeyan ji cihên niştecihiyê kirin, da ku wan pûç bikin û biteqînin, mîqdara wan bi qasî 800 kîlo ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên me hemû giliyên derbarê tiştên xerîb û gumanbar ji milet werdigirin da ku wan piştrast bikin û ewlehî û aramiya milet û herêmên xwe biparêzin.