TEV-DEM: DEWLETA TIRK JIYANA SIVÎLAN DIXE METIRSIYÊ
Doh danê êvarê balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker erebeyk li Başûrê bajarê Kobanê hedef girt.
Li ser wê êrîşê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
Ev êrîşa dawî ya dewleta Tirk a dagirker di demekê de hat ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li çawaniya çareserkirina pirsgirêka aloziya Sûriyê re digere, dewamkirina dewleta Tirk ji van bipêkirinên wê re bi awayekî raste rast jiyana sivîlan, destkeftiyên ku bi dest xistine û berxwedana ku hatiye kirin da ev herêm ji terorê rizgar bibe dixe metirsiyê.
Dewleta Tirk di van kiriyarên xwe yên qirêj de ku ne li gorî hemû zagonên cîhanê ye û beyî ku hesab jê were xwestin dewam dike.
Her wiha metirsiyekê li ser pêşeroja herêmê û çareserkirina siyasî li Sûriyê derdixe holê.
Dewleta Tirk dixwaze bi van kiriyarên xwe aloziya xwe ya hundirîn veşêre.
Em di Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM de van êrîş û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin, em bang li Saziyên navneteweyî û herêmî dikin ku pêşî li van kiriyarên derexlaqî û dermirovî bigirin.