Kanala ROJAVA TV

XELKÊN KOBANÊ ŞEHÎDÊN HEYVA NÎSANÊ Û YÊN QEREÇOX BI BÎR ANÎN

Doh danê êvarê li bajarê Kobanê bi merasîmekê 127 şehîdên heyva Nîsanê, her wiha Şehîdên Qereçox bi bîr anîn.

Bi boneya cejina şehîdan doh Endamên Saziyên Rêveberiya Xweser û Saziyên Sivîl ên bajarê Kobanê li goristana şehîd Dicle 127 şehîdên ku di heyva Nîsanê de şehîd bûne, her wiha 20 şehîdên çiyayê Qereçoxê ku di sala 2017’an de ji aliyê dewlata Tirk a dagirker ve hatibûn armancgirtin bi bîr anîn.

Beşdaran bi deqeyeke rêzgirtin ji giyanên şehîdan re destpê kirin, piştre Rêveberiya Encumena Malbatên Şehîdan Adil Hac Kero axivî û got: “Ev şehîd li hemberî hemû cureyên êrîşan berxwedan kirine”. Her wiha beşdaran bi sloganên “Bê Serok Jiyan Nabe û Şehîd Namirin” berz kirin.

Di dawiyê de mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin.

Xelkên ji kobanê gotin ku dema hedefgirtina dewleta Tirk ji çiyayê Qereçox re ti helwest ji aliyê Dewletên Navneteweyî tune bûn.