Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN HERÊMÊ ŞEHÎDÊN KOMKJIYA QEREÇOX BI BÎR ANÎN

îro bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo di heman roja şehîdan de, berê xwe dan çiyayê Qereçoxê ê li navçeya Dêrikê û şehîdên komkujiya Qereçoxê bi bîr anîn.

beşdearvanên merasîmê diyar kirin ku armnca dewleta Tirk ji êrîşa li ser Qereçox rêgirtina li ber berxwedanê bû.

Di 25’ê Nîsana 2017’an de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û navenda fermandariya operasyonên leşkerî yên li dijî DAIŞ’ê li çiyayê qereçox kir hedef.

di heman roja şehîdan de bi hezaran şêniyên bakur û rojhilarê sûriyê şehîdên Qereçoxê Îro bi mersîmrkê li çiyayê Qereçoxê bi bîr anîn.

Nûnerên Rêveberiya Xweseriya, rûspiyên herêmê û endamên saziyên sivîl tevlî merasîmê bûn.

Rojnamevan Sînan Cûdî ku di dema êrîşê de li çiyayê Qereçoxê bû da zanîn ‘’ji ber çiyayê Qereçox ji bo berxwedana aliyên Kurdistanê bû piştgir dewleta Tirk a dagirker kir hedef’’.

 

SÎNAN CÛDÎ- ROJNAMEVAN

SÎNAN CÛDÎ: ARMANCA HEDEFGIRTIN QEREÇOX RÊGIRTINA LI BER BERXWEDANÊ BÛ

Rayedarên rêveberiya xweser jî dibêjin ku armanc ji êrîşê tunekirina pirojaya demoqratîk li herêmê bû.

 

KENAN BEREKAT – HEVSEROKÊ DESTEYA HUNDIRÊN LI HERÊMA CIZÎRÊ

KENAN BEREKAT: RÊVEBERIYA XWESER PÊŞEROJA SÛRÎ YE

Piştî êrîşên Tirkiyê bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbasî Qereçoxê bûn û Rêveberiya Xweser her sal 25’ê Nîsanê weke roja şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand.