CIWANÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ JI BO AZADIYÊ RÊBER APO PÊNGAVEK DAN DESTPÊKIRIN
RONAHÎ HISÊN - ENDAMA YEKÎTIYA JINÊN CIWAN
Ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, Tevgera Ciwanên Şoreşger û yekîtiya Jinên Ciwan pêngavek dan dest pê kirin.
Cara yekê ev pêngav di 28’ê Adarê de û bi diruşma ” Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî “li Kobanê hat ragihandin û li tevahî herêmê belav bû.
li gorî berpirsan armanc ji vê pêngavê, azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan her wiha azadiya jinan ji koletiyê û zihniyeta baviksalarî ye.
Di derbarê vê mijarê de, endama Jinên Ciwan Ronahî Hisên ji Rojava Tv re axivî.
Ronahî di nava axaftinê xwe de diyar kir ku pêngav ev 2 hefte hatiye destpê kirin û li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê çalakî hatin li dar xistin.
RONAHÎ HISÊN: DIVÊ DI VAN ÇALAKIYAN DE JINÊN CIWAN XWE BIKIN YEK