şêniyên Qamişlo û gundewarê wê cenazeyê şervanê YPG’ê Baran Nisêbîn li goristana şehîdan oxirkirin.
Şervanê YPG’ê Baran Nisêbîn bi nasnav Mihemed Emîn di 14’ê Nîsanê de di encama êrîşek hewayî ya dawleta Tirk a dagirker li Qamişlo şehîd bû.
Bi sedan şêniyên bajêr, endamên encumenên kantona Qamişlo, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî û ewlehiyê beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de û piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê encumena Malbatên Şehîdan û hêzên encumena Leşkerî ve hatin kirin.
Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya şehîdan dan.
Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
beşdaran cenazeyê şehîd di nava siloganên şehîd namirin de spartin axê